Ana Sayfa Şikesti
Stokta yok

Şikesti

Barkod: 9786257304245
Translation missing: tr.products.product.price.regular_price €25,34 EUR Translation missing: tr.products.product.price.sale_price €21,12 EUR
% 17
İstek listesine ekle

Stoğa gelince haber ver

Bu ürün yeniden stokta olduğunda ilk siz haberdar olun!

Tahmini Teslimat Süresi
7-10 gün

Hasarlı veya hatalı ürünler için iade ve değişim yapabilirsiniz.

Güvenli Ödeme Garantisi

Visa
Mastercard
American Express
PayPal
Apple Pay
Google Pay
Shop Pay

Nivîskar di vê romanê de, dîroka bêbext dide ber pirsan. Hûn ê di vê romanê de qêrîna Dêra Qîre, Deşta Bîşêrîyê, hewara Çemê Xerzan û Dîyarbekira stûxwar bibihîzin
Li ser bênderên gundê Barisilê, roja man û nemanê ye. Mirin û jîyan li hemberî hev serqot in. Ji çavên dîl gazin difûrin, çirûskên hêvîyê xembar in. Germa havînê, dilopên xwêdanê bi ser kelecana dil ve dişîne. Kelecana dil, qefesên sîngên kelegerm dikute. Qêrînên bêdeng di nav bêçaretîyê de digevizin. Hêvî li asoyên gelekî dûr in. Can di nav lêhîya zulme de diperpitin. Roj ji ronahîya xwe fedî dike. Çîyayên Remî ji bilindbûna xwe fedî dikin. Deşta Bişêrîyê ji hebûna xwe fedî dike. Gundê Barisil, ji bêçaretîya xwe zarezar e. Îsyana xortên nûgihîştî, di nav dilan de difetise. Hewara pîr û kalan di nav kezebê de ditepise. Hemû deng di nav sîngan de, asê mane. Dem sekinîye. Tevger sekinîne. Livên herî biçûk, wek lehîyekê bi ser kerrikên guhan ve dibezin. Hemû çav bi hev ve hatine girêdan. Çavên herkesî li ser koma girtîya ne.
 
(Tanıtım Bülteninden)