{"product_id":"zimane-me-asta-destpeke-194876","title":"Zimane Me - Asta Destpeke","description":"\u003cp\u003eEm hêvîdar in ev pirtûk kurdîyê bi zarokan şîrîntir bike.\u003cbr\u003e\nEv pirtûk ji bo zarokên 5-8 salî ye û li ser metoda deng hatiye avakirin; loma bi alfabeyê dest pê dike. Ji ber ku alfabeya kurdî fonetîk e, ango her herfek teqabilî dengekî dike, ev metod pirtir li hînkirina kurdî ya destpêkê tê.\u003cbr\u003e\nZarok dê bi vê pirtûkê hînî dengên kurdî bibin û ji bo bilêvkirin û axaftineka bedew û rastnivîsîneka dirust bingeheka kurdîyê ya têkûz ava bikin. Bo nimûne; zarok dê ferqa “e” û “ê”, “v” û “w”, “k” û “q”yê û hwd. hîn bibin. Her weha zarok dê bi awayekî xwezayî hînî ferqa “hevala min”, “hevalê min“ û “hevalên min” bibin.\u003cbr\u003e\nNivîsarên vê pirtûkê li gor hin temayan hatine amadekirin; wek roj, demsal, sersal, Newroz, xweza, ajel, stran, hevaltî, malbat, dibistan, çîrok, xwarin, trafîk û hwd.\u003cbr\u003e\nNaveroka vê pirtûkê neynika jîyaneka demokratîk e. Di vê pirtûkê de zarok gelek azad in. Ew dipirsin, diaxifin û tiştan dikin. Nivîsarên vê pirtûkê, bi fikra yeksanîya jin û mêran hatine hûnandin.\u003cbr\u003e\nJi bo ku hewesa xwendina kurdî li ba zarokan bilind bibe, me cih da çend zûgotinok, stran û helbestên kurdî jî. Nimûneyên çanda kurdî yên wek tiştanok, gotinên pêşîyan û çîrok jî vê pirtûkê rengîntir dikin. (Tanıtım Bülteninden) \u003c\/p\u003e","brand":"Aryen","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":47925265957123,"sku":"194876","price":25.5,"currency_code":"EUR","in_stock":false}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0811\/0463\/4115\/files\/0002153119001-1.jpg?v=1775729517","url":"https:\/\/1001-kitap.com\/products\/zimane-me-asta-destpeke-194876","provider":"1001 Kitap","version":"1.0","type":"link"}