{"product_id":"tozistan-romana-xendeqan-197377","title":"Tozıstan - Romana Xendeqan","description":"\u003cp\u003ePiştî heftê û neh rojan şer qediya. Çend saetên din ez ê bikaribim êdî ji vê xelwetgeha xwe derêm û biçim mala xwe ya ku Niştimanê ji bo xewnên xwe li wê derê şer dikir. Ez ê biçim serdana mala xwe ya li taxa Yafesê û Niştimanê bibînim. Piştî çend saetên ez ê bayê ku ji hêla Cûdî û Gabarê hiltê û li ser çemê xemgîn digere bêhn bikim. Ez ê herdu pişikên xwe ji bayê giran î ku min bi mehan di vê xelwet gehê de dikişand paqij bikim. Çavên min wê dîsa bi taxa Nûrê bikevin. Ez ê biçim serdana Birca Belek û herim ser qebra Mem û Zînê. Ez ê li kenarên çem bimeşim û li xiştexişta pelên çinar û spîndaran guhdarî bikim, ez ê li dengê şalûl û qumrî û çivîkan guhdarî bikim, ez ê li dengê herikîna Dîcle jî guhdarî bikim û helbestên Cizîrî bixwînim. Ez ê li her koşeyekê li Niştimanê bigerim. Kî çi dizane! Tew belkî ew li min digere û em ê li koşeyek ji koşeyên vî bajarê tirsiyayî, serjêbûyî û binpêbûyî rastî hevdu werin!  (Tanıtım Bülteninden) \u003c\/p\u003e","brand":"Doz","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":47925531902211,"sku":"197377","price":16.92,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0811\/0463\/4115\/files\/0002156793001-1.jpg?v=1775733769","url":"https:\/\/1001-kitap.com\/products\/tozistan-romana-xendeqan-197377","provider":"1001 Kitap","version":"1.0","type":"link"}