{"product_id":"tarix-ur-rusul-we-i-miluk-67937","title":"Tarix ur-Rusul we I-Miluk","description":"\u003cp\u003eYek ji kevintirîn kitebên dîrokê “Tarîx ur-Rusul we l-Milûk”a Ebû Cafer Mihemed ibn Cerîrê Teberî bi kurdî çap bû. “Kurd di tarîxa Teberî de” ji beşen dîroka Teberî ya li ser kurdan pêk tê û ji aliye Emîn Narozî ve ji erebî bo kurdî hatiye wergerandin û amadekirin.\u003c\/p\u003e\n\n\u003cp\u003eYek ji dîroknasên rûmetbilind î berhemdar yê serdema Îslamê xwediyê berhema “Tarîx ur-Rusul” yan jî “el-Umem we el-Mulûk”: Dîroka Pêxember yan jî Milet û Padîşahan” Ebû Ca‘fer Mihemed ibn Cerîrê ibn Yezîd ibn Xalidê Teberî (224-310\/839-923) ye.\u003c\/p\u003e\n\n\u003cp\u003eBerhema Teberî di forma kitêbên salewextî de ku sal bi sal bûyerên salane didin, hatiye nivîsîn û bûye wek bingeh û çavkanî ji bo dîroknasiya Erebî ya Îslamê. Ew hê ji çaxên berî dîrokê dest pê dike û pêl bi pêl pê ve tê heya digihê serdema Îslamê. Ji serdema Îslamê û pê ve jî ew sal bi sal li pey hev didomîne ta ku digihîje sala 915an.\u003c\/p\u003e\n\n\u003cp\u003eKitêba dîrokê ya Teberî di nav dîroka Îslamê de, yek ji wan kitêbên dîrokê yên rasttirîn û pêbawertirîn hatiye dîtin. Ew bi awayekî berfireh û bi rêk û pêk hatiye nivîsîn û gelek agahdariyên girîng î hêja ji devên saloxdarên (rawiyên) serwext dide xwendevanan ku xwendina wê jî xweş û hêsa ye.\u003c\/p\u003e\n\n\u003cp\u003eDîroknivîserê me bi vê berhema xwe, xebata tarîxzanên berî xwe yên mîna Yaqûbî, Belazûrî, Waqidî û Ibn Sa‘d temam kiriye û ji dîroknasên pey xwe yên mîna Mes‘ûdî, Mîskeweyh, Ibn Esîr, Ibn Xeldûn û yên din re jî rê vekiriye û çavkaniyeke hêja û tekûz ji wan re hiştiye.\u003c\/p\u003e\n\n\u003cp\u003e Tarîxa Teberî deh cild in, cildê pêşî li ser afirandina cîhanê û ya mirovan e, ew hin bi hin pê ve diçe û cild bi cild lê didomîne heya ku digihîje serdema pêxemberan û şah û qralên hevçaxên wan. Ew wan li gor rêza hatina wan di Tewrat û Incîl û Sihûfan de digel delîl û şiroveyên ji Quranê li pey hev rêz dike ta ku digihîje heyamê Îslamê.\u003c\/p\u003e\n\n\u003cp\u003e \u003c\/p\u003e\n\n\u003cp\u003e(Tanıtım Bülteninden)\u003c\/p\u003e\n\n\u003cp\u003e \u003c\/p\u003e","brand":"Avesta Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":47909588959491,"sku":"67937","price":9.32,"currency_code":"EUR","in_stock":false}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0811\/0463\/4115\/files\/0001777885001-1.jpg?v=1775342352","url":"https:\/\/1001-kitap.com\/products\/tarix-ur-rusul-we-i-miluk-67937","provider":"1001 Kitap","version":"1.0","type":"link"}