{"product_id":"sere-mesruiyete-astengen-li-ber-demokrasiye-di-dewleten-pirneteweyi-de-230916","title":"Şere Meşruiyete: Astengen li ber Demokrasiye di Dewleten Pirneteweyi de","description":"\u003cp\u003eEv kitêb nakokiyên binyadî yên di nav federasyonên demokratîk de vedikole. Dibe ku di deh salên bê de federaliya pirneteweyî li ser asta navneteweyî zêdetir bê dîtin. Ji ber ku hêzên mezin û rêxistinên navneteweyî ji avakirina dewletên nû re ne amade ne, federaliya pirneteweyî niha rê û bijardeyeke giring e ji bo vekolînê.\u003c\/p\u003e\n\n\u003cp\u003eŞerê Meşrûiyetê  bi rêya lêkolînên berawirdî û vekolîna çend nimûneyên sereke li cîhanê (di nav de Skoçya û Keyaniya Yekbûyî; Katalonya û Spanya; Quebec û Kanada), bi awayekî nû li têkiliya di navbera neteweyên zorîne û neteweyên kêmîne de dinêre û di nirxandina dozên neteweyan de li ser giringiya meşrûiyetê disekine, ne li ser qanûnîbûnê.\u003c\/p\u003e\n\n\u003cp\u003eAlain-G. Gagnon bi çavekî rexneyî hêvî û potansiyela dewleta federal a pirneteweyî radixe ber çavan, bi taybetî ji bo wan neteweyan ku bi dijminatî li hev dinêrin.\u003c\/p\u003e\n\n\u003cp\u003eŞerê Meşrûiyetê, sîstema federaliyê wekî rêya sêyem dinirxîne ji bo neteweyên hem ji dewletên serwer nerazî ne hem jî nikarin ji wan cuda bibin. Di demekê de ku mijara federaliyê di rojeva giştî ya kurdan de jî roj bi roj zêde dibe, ev kitêb, bi wergera Tevfik Bayram, valahiyeke giring dadigire di qada kurdî de. (Tanıtım Bülteninden) \u003c\/p\u003e","brand":"Pall Weşan Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":47929925009667,"sku":"230916","price":18.48,"currency_code":"EUR","in_stock":false}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0811\/0463\/4115\/files\/0002213875001-1.jpg?v=1775820098","url":"https:\/\/1001-kitap.com\/products\/sere-mesruiyete-astengen-li-ber-demokrasiye-di-dewleten-pirneteweyi-de-230916","provider":"1001 Kitap","version":"1.0","type":"link"}