{"product_id":"otobusa-kesk-210974","title":"Otobüsa Kesk","description":"\u003cp\u003eYanî ҫi ye te bi qûna taxê girtiye? Yanî ҫi ye tu bi rik û israr î da ku li taxa xwe bingor bibî? Tu bi ku de biҫî cihek heye ku bibe tirba te. Welatê me tevde bûye goristan. Mirî miriyan defin dikin. Kuştî di cenazeyan de dimeşin. Kî dê fatiheyê li ser te bixwîne? Eslen kî dê te binax bike? Dibe ku segên aware werin goştê te bixwin berî ku yek were te binax bike. Dibe ku tu bibî xwarina qijikên ku asîmanê welêt dagirtine.\u003c\/p\u003e\n\n\u003cp\u003eEv, ne çîrokek e bi qelema Jan Dost ji xeyalê nizilîye ser kaxizê. Rûdan, serpêhatî û serboriya vê romanê, belkî rengvedana temamiya dîroka kurdan e ku ji çavê pîremêrekî, di çarçoveya malbata wî de, wêranî û zilma li ser welatî, sekn û nêrînên dewletên biyanî bo axa wan û miletê wan, bi haletîruhiyeteke însanî û wijdanî hatine vegêran.\u003c\/p\u003e\n\n\u003cp\u003eDi vê romanê de, berjewendî û sekna neteweyî di çarçoveya insaniyetiyê de, xwînerên xwe vedixwîne qada hizrê ku dubendiyeka girîft heye di nav wan de (Tanıtım Bülteninden) \u003c\/p\u003e","brand":"Doz","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":47927959552259,"sku":"210974","price":13.02,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0811\/0463\/4115\/files\/0002179624001-1.jpg?v=1775770038","url":"https:\/\/1001-kitap.com\/products\/otobusa-kesk-210974","provider":"1001 Kitap","version":"1.0","type":"link"}