{"product_id":"mirjin-227726","title":"Mirjin","description":"\u003cp\u003eEz ê behsa jiyana xwe bikim ku bi tenê ji du xalan pêk tê. Bîst salên ji rêzê, bêwate, bêruh, bêarmanc û vala û neh rojên tije, bicoş û zindî. Ez ê çiqas bikaribim bînim ziman, nizanim. Belkî dema min têr neke. Belkî hêza min negihîjê. Belkî peyvên min bitevizin, bimirin û têr nekin. Lê di van du rojan de, heta wê kêliya pîroz ez ê ji ser vê kompîtura xwe ranebim û ji vê odeyê dernekevim. Heta telefona min lê bixe û ew kêliya pîroz were ez ê binivîsim. Ez ê xêza tenik a di navbera mirin û jiyanê de bînim ziman. Ez ê xwedawenda hest û evîna xwe bînim ziman; ya di mirina xwe de jiyanê dide afirandin. Ez ê ehmeqî û xwexapandina dilê xwe binivîsim. Hevî û lavelavên xwe bînim ziman. Hestên prolekirî û daxwazên xwe yên biçûk, mîna mirinê bînim ziman. Lê nizanim ez ê çawa wê bînim ziman?.. (Tanıtım Bülteninden) \u003c\/p\u003e","brand":"Aryen","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":47929668567299,"sku":"227726","price":17.7,"currency_code":"EUR","in_stock":false}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0811\/0463\/4115\/files\/0002208108001-1.jpg?v=1775813775","url":"https:\/\/1001-kitap.com\/products\/mirjin-227726","provider":"1001 Kitap","version":"1.0","type":"link"}