{"product_id":"hesar-u-kuciken-bave-min-95396","title":"Hesar u Kuçiken Bave Min","description":"\u003cp\u003eBêyom bûn xwişkên min. Heta wê şevê hêla din a sûrên bilind ên hesarê nedîtibûn. Bêzarî û acizîya wan wisa kir ku ez wî bikujim. Min dizanî her şev bahol, boxçe û sindoqên xwe vedikin ji derzî û sincax û gerdenbenda biqerenfîl, binkiras heta êlek û pêlavên xwe yên êmenî yên bûkanîya xwe derdixin û ji hev re nîşan didin. Piştî ku wan tiştên hûrik bêhn dikin dest bi girînê dikin û ji Xwedê re dia dikin ku rêya mêrekî ji eşîr û hesareke din şaş bike û li deriyê bilind ê keleha qeyrexwişkên min bide. Hesara bavê min, ango zindana kur û keçên wî, tewleya hesp û hêstirên wî, qefesa bilbilên wî, pîn û kolika kûçik, pisîk, kîvroşk û kevokên wî… Menzîlgeha yekem û dawî ya jinên wî… (Tanıtım Bülteninden) \u003c\/p\u003e","brand":"Dara","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":47911473250563,"sku":"95396","price":16.08,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0811\/0463\/4115\/files\/0001887122001-1.jpg?v=1775408242","url":"https:\/\/1001-kitap.com\/products\/hesar-u-kuciken-bave-min-95396","provider":"1001 Kitap","version":"1.0","type":"link"}