{"product_id":"guregup-212168","title":"Guregup","description":"\u003cp\u003eDengê bilûrê dinya dagirt.\u003cbr\u003e\nBi bihîstina awaza bikeser û axîn, hemû şênîyên derdorê berê xwe dan ser Pira Dehderî. Dengê bilûrê dermanê hemû dilan bû. Ji bo derd û kulên ku di nav dil de asê mabûn û her roj ji nû ve jan didan, ew dengê xemrevîn wekî bayekî hênik bû, êşa birînan dikewand. Xem û kulên ku bi salan di nav bîra dil de zeng girtibûn, yeko yeko li ser baskên teyrikan siwar dikir û bi ber asoyên dûr ve difirand. Stranên ku di nav tûrikê dil de hatibûn jibîrkirin, bi bihîstina dengê bilûrê re, bi ruh û can dibûn, bi ser zimanan diketin. Di nav beroşa dil de, ciwanîya bicoş, rojên xweşî û şahîyan ji nû ve bi kel diketin. Keser û axînên ji nav dil û hinavan hildikişîyan, li ser zimanên kal û pîran, li nav hev diketin. Şênî careke din bi êşa xwe dihesîyan, bi ber mirîyên xwe diketin. (Tanıtım Bülteninden) \u003c\/p\u003e","brand":"Dara","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":47928106483971,"sku":"212168","price":21.12,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0811\/0463\/4115\/files\/0002181772001-1.jpg?v=1775772488","url":"https:\/\/1001-kitap.com\/products\/guregup-212168","provider":"1001 Kitap","version":"1.0","type":"link"}