{"product_id":"dengbej-huseyno-antolojiya-dengbejan-3-218503","title":"Dengbej Huseyno - Antolojiya Dengbejan 3","description":"\u003cp\u003eDi derbarê pênaseya dengbêjiyê û deşifrekirina kilaman de bi rehetî dikarim bibêjim ku amadekarên antolojiyê gotin ji me re nehiştine. Ji nû ve xwendin û dahûrandina kilaman, dikeve ser piyê me kesên xwedî qelem. Dibe ku ji bona girseyeke mezin kilamên dengbêjiyê tenê kilam\/muzîk bin, lê em kesên xwedî qelem nikarin bi çavê kilamê li kilam\/kelamê mêze bikin. Êdî hukmê aşê pişaftina xwebixwe li dar e! Çêyiya ku îro em dikarin li xwe û paşîvanên Kurd bikin, berhevkirin û jihevveçirandina hikayet, metafor, peyv û deqên di edebiyata devkî de ne.\u003cbr\u003e\nDengbêj Huseyno dibêje:\u003cbr\u003e\n\"Terz û meqama Reso, lihevanîna Şakiro û dengê min!\"\u003cbr\u003e\nWek ku gorbihuşt jî gotiye, bawer im taybetmendiya Huseyno ya herî berbiçav dengê wî yê bişewat û bilind e. Qey tu dibê di qirika Huseyno de ne têlên deng, lê tendûrek dişixule û peyv bi nalenal û zarezarê xwe jê diavêjin der! Huseyno kirasê dengbêjiya xwe ji lorînên jinan biriye. Bi awaza xwe ya bilind û bi form û qalibê vegotina jinan re, terzekî nû yê ku texlîdkirina wî zehmet e afirandiye. (Tanıtım Bülteninden) \u003c\/p\u003e","brand":"Nubihar Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":47928552423683,"sku":"218503","price":26.28,"currency_code":"EUR","in_stock":false}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0811\/0463\/4115\/files\/0002192279001-1.jpg?v=1775784796","url":"https:\/\/1001-kitap.com\/products\/dengbej-huseyno-antolojiya-dengbejan-3-218503","provider":"1001 Kitap","version":"1.0","type":"link"}