{"product_id":"antolojiya-edebiyata-kurdi-1-119901","title":"Antolojiya Edebiyata Kurdi - 1","description":"\u003cp\u003eHeke meriv rewşa zimanê kurdî ya sedsala bîstemîn bîne ber çavan; hingê meriv dibîne û têdigihe ku pêrgî gelekî astengî, qedexe û zordariyê hatiye, tevî vê yekê jî meriv lê dinihêre ku nivîskar û şahîrên kurdî, di her şert û mercî de, bêrawest, di nava geremol û dijwarî; di bin gef û tehdîdên hewçend giran yên serdestan de her berhem afiandine û her weha nîşan dane ku zimanê kurdî bi qîma xwe tê û ew ne kêmî zimanên cîran û biyanan e.Uzun, di destpêka sirgûniya xwe de, wextê ku yek ji gerînendeyên kovara Kurdistan Pressê ye, hewcedarî bi lihevkomkirina nivîskarên kurd yên her parçeyî û bi danasîna wan, berhem û xebatên wan yên edebî aniye û dest bi xebatê kiriye. Her ku çûye ev xebata danasînê qulipiye ser fikreke kûr û qehîmtir. Piştî tevlibûna xebata çend salên din, ev antolojî hatiye pê. Ev xebata dûr û dirêj, di tarîxa nêz ya Edebiyata Kurdî de, gav û tevgereke gelekî berbiçavtirîn e, ji bo ziman û edebiyateke kevnare dikare bibe hereketeke gelekî nû û nûjen.Antolojiya Edebiyata Kurdî, ne bi tenê berhemên nivîskar û şahîrên kurd dide nasîn, her weha ew bi her awayî pirekê di navbera nivîskar, şahîr û xwendeyên kurd de ava dike û wan her nêzîkê hevûdu dike. (Tanıtım Bülteninden) \u003c\/p\u003e","brand":"Sel Yayıncılık","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":47912985297155,"sku":"119901","price":17.88,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0811\/0463\/4115\/files\/0001949113001-1.jpg?v=1775445251","url":"https:\/\/1001-kitap.com\/products\/antolojiya-edebiyata-kurdi-1-119901","provider":"1001 Kitap","version":"1.0","type":"link"}