{"title":"Edib Polat","description":null,"products":[{"product_id":"risteme-zal-105270","title":"Risteme Zal","description":"\u003cp\u003eSal buhurîn, dem guherî. Padîşahê Hamawêranê, bi dek û dolab Kawûs xapand û ew ji serayê revand. Keykawûs bi ecêbek giran winda bû. Gel şaş ma. Rêveberî û hukumdarîya Îranê sist bû, dewlet bê serok ma. Piştî vê yekê eşîretên li ser sînorê Îranê çav berdan welatê wan. Kîn û xerez cardin bijkuvîn. Elfesiyayê Bavpêşeng leşker civand û li ser tuxub bicih kir. Gel ket xeterê, tirs li her derî belav bû, digotin: \"Şîyar bin, êrîşa Tûraniyan li rê ye! Ew dê werin, tola xwe bistînin!\"Lê belê nehatin, ew girseya leşkeran berê xwe da welatê Ereban. Ceng li dar ket; artêşa Tirkan bi şer û pevçûn sê mehan di welatê Ereban de ma. Gelek leşker û pêhlewan hatin kuştin, di encamê de Ereb li ber Tûraniyan şikiyan û têkçûn. Efrasiyab, berê hespê xwe cardin da tuxubê Îranê. Li ser vê bûyerê, zana û porsipîyên Îranê li hev civiyan, lijneyek çêkirin, tevî nameyekê şandin cem Ristemê Zal.Beşek ji romanê (Tanıtım Bülteninden) \u003c\/p\u003e","brand":"Dara","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":47912059273475,"sku":"105270","price":21.96,"currency_code":"EUR","in_stock":false}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0811\/0463\/4115\/files\/0001910576001-1.jpg?v=1775423611"},{"product_id":"penusa-sikesti-195081","title":"Penüsa Şikesti","description":"\u003cp\u003e“Bi rakirina qedexekirina li ser Kurdî re, li bakurê Kurdistanê, zemîneke baş ji bo pêşketina çîroka Kurdî hate holê. Dibe ku miletê Kurd di her warê jiyanê de feqîr mabe, lê dewlemendtirîn milet e di warê mijarên wêje û edebiyatê de. Edîb Polat bi van çîrokên xwe derî li ber du riyan vedike. Li ber vejandin û jinûvenivîsandina çîrokên ku di nav xelkên me de hatine gotin, lê nehatine nivîsandin. Ji hêla din de, derî li ber daweşandina toza heyştê salî û nûkirina giyana çîrokê vedike.” \u003cbr\u003e\nHelîm Yûsiv\u003cbr\u003e\n“Ez bi rihetî dikarim aliyê lîrîk ê (Leystoka Pelixî) bidim ber wê hîkayeya Fuat Temo ya “Şewêş” û ya Anderson û wê hîkayeya “Keçika Kibrîtfroş” ku hema hema li temamê zimanê cîhanê hatiye wergerandin û heta roja qiyametê kî wê bixwîne, dê kezeba wî bişewite.”\u003cbr\u003e\nAyhan Meretovar\/Nûbihar, jimar: 112, Havîn 2010. (Tanıtım Bülteninden) \u003c\/p\u003e","brand":"Nubihar Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":47925285224707,"sku":"195081","price":15.36,"currency_code":"EUR","in_stock":false}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0811\/0463\/4115\/files\/0002153305001-1.jpg?v=1775729852"}],"url":"https:\/\/1001-kitap.com\/collections\/edib-polat.oembed","provider":"1001 Kitap","version":"1.0","type":"link"}